Skip to main content

Armanca me ya vekirinê / çîroka me

Komeleya Dema Jinan; Rêxistineke jinan e ku  ku di Tîrmeha 2020’an de hatiye avakirin, di hemû qadên civakê de bi armanca pêşîgirtina li her cure tundiya li ser jinan, rakirina her cure cudakariya li ser jinan û tevkariyê li bihêzkirina jinan xebatên xwe dimeşîne.

Vîzyona me:

Jiyaneke cuda ku tê de her cure tundî û cudakariya li ser jinan bi dawî dibe, ku mirov xwediyê mafên wekhev bin û nebin xwedî kêmasiyên newekheviya zayendî.

Rêgezên me:

Komele saziyeke sivîl a serbixwe ye ku li ser bingeha maf û azadiyên gerdûnî li dijî cudakarî û newekheviya li dijî jinan têdikoşe û li gorî raman û pratîka zanistî vê têkoşînê li ser zanîn û ceribandinê esas digire.

  • Li dijî her cure cudakariya li ser bingeha ol, ziman, nijad, etnîsîte, zayend, meyla zayendî û nasnameya zayendî, ramana siyasî, rewşa aborî û rewşa civakî, temen, astengdarî û asta perwerdehiyê ye. Ew bi mafê hemû zindiyên li ser rûyê erdê ku di şert û mercên adil de bijîn bawer dike û her cûre têkiliyên serdestiyê vedikole.
  • Xebatên xwe bi rêbazên wekheviya zayendî dimeşîne û li gorî xebatên kolektîf nêzîkatiya rêxistinî dimeşîne.
  • Ji bo civakek demokratîk û ekolojîk têdikoşe. Her dem û di bin her şert û mercî de li dijî şer û mîlîtarîzmê ye û ji bo aştî û cihêrengiyê dixebite.
  • Tundî nayê qebûlkirin. Daxuyaniya jinan a ku tundî li wan hatiye kirin esas tê girtin.
  • Tu kes ji ber tundiya ku duçar maye ne mecbûr e ispat bike.
  • Zelal e û hesab tê dayîn.