Skip to main content

Podcastler

Di Têkoşîna Li Hember Tundîya Li Ser Jinan De Xebatên Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst
Beşa Pêncemîn: Hacer Ozdemîr Di beşa pêncemîn ya di bernameya me de mêvana me aktîvîst Hacer Ozdemîr behsa tecrubeye û xebatên hevpar ya Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst ya Tirkîye dike.
22 November 2024
Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Xebatên Çand û Hunerê ya Jinên Kurd
Beşa Çaremîn: Emel Çîftçî Di beşa çaremîn ya di bernameya me de mêvana me hunermend Emel Çîftçî behsa tecrubeyên jinên kurd ya di xebatên çand û hunerê û bandora van xebatan ya ku li têkoşîna li hemberî tundîyê dikî kir.
15 November 2024
Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Bikaranîna Mekanîzmayên Hiqûqî
Beşa Sêyemîn: Gulşen Demîr Di beşa sêyemîn ya di bernameya me de mêvana me parêzer û endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê Gulşen Demîr behsa bikaranîna mekanîzmayên hiqûqî ya di têkoşîna li hemberî tundîyê de dike.
08 November 2024
Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Xebatên Saziyên Sîvîl Ya Jinên Kurd
Beşa Duyemîn: Zubeyde Ogurlu Di beşa duyemîn ya bernameya me de mêvana me aktîvîst Zubeyde Ogurlu behsa sazîyên jinên kurd ya sîvîl û tecrubeyên van sazîyan dike.
04 November 2024
Di Têkoşîna Li Hember Tundîyê De Tecrube û Deskeftîyên Rêveberiyên Herêmî
Beşa Yekemîn:Çaglar Demîrel Wek Komeleya Dema Jinan di beşa yekemîn ya di bernameya me ya di derheqê deskeftî û tecrubeyên jinên kurd ya di têkoşîna li hember tundîya li ser jinan de, mêvana me aktîvîst Çaglar Demîrel behsa tecrube û deskeftîyên jinên kurd ya di qada rêveberîyên heremî de dike.
30 October 2024
Komeleya Dema Jinan Diaxive Sezona Duyemîn Teaser
Di vê sezonê de em behsa di têkoşîna li hember tundîya li ser jinan de tecrube û deskeftîyen jinên kurd dikin. Amadekar: Newroz Unverdî Ev proje bi piştgirîya nûnertîya komeleya Tirkîyeyê a Frîedrîch-Ebert-Stîftung’ ê pêk hat.
29 October 2024
Encamnameya Komcîvîna Navendên Şêwr û Piştgirî û Stargehên Jinan ya 25em
Me di vê podcastê de Encamnameya Komcivîna Navendên Şêwr û Piştgirî û Stargehên Jinan ku cotmeha 2022an li Amedê pêk hatibû bi kurdî vegot. Ber bi Komcivîna 26em em dixwazin bînin bîra xwe bê em çi axivîbûn û xal bi xal rêz bikin. Bi hêviya jiyaneke bê stargeh!
04 August 2023
Jinên Kedkar û Mafên Wan
Di vê podcastê de me qala keda jinan, îstismarkirina keda wan û têkoşîna li dijî vê mêtingeriyê kir. Bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê; Her wiha em ê behsa keda jinan a bi sed salan a li malê ku nayê dîtin bikin, ji bo karê wekhev mûçeyê wekhev nagirin û di şert û mercên awarte de jin yekem in ku ji kar tên derxistin.
11 May 2023
Çerxa Menstrual (Regl)
Mijara me ya îroj ku rasterast bandor li jiyana me dike; çerxa menstrual an jî regl e. Em di vê podcastê de li ser çerxa menstrual, xizaniya reglê û zehmetiyên ku em dibînin sekinîn.
24 April 2023
8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê
Rêwîtiyeke dirêj ya 8ê adarê ku weke Roja Jinên Cîhanê tê pîrozkirin heye. Di civak, mal, sikak û cihên karan de jinên ku ne xwediyê mafên wekhev in, piştguhkirina mafên wan û hema hema di her qadê de astengkirina azadiya wan îroj bû sedem ku weke roja jinên kedkar were îlankirin û ji bo azadî û mafên wekhev îroj û her roj bibe rojên têkoşînê. Di vê 8ê Adarê de êşa me jî hêrsa me jî pir mezin e. Em ê li hember vê hilweşandinê ku encama ixmalkarî û pêrgala rantê ye her dem têbikoşin û li qadan piştgiriyê mezin bikin.
08 March 2023
Mafên Jinan Mafên Mirovan in
Pêvajoya newekheviyê ya ku ji cihêkariya malê destpê dike, li kargehê, li sikakan bi astên cuda didome. Newekhevî tenê ji kiryarên cihêkar pêk nayê, ji kiryarên ku rewşên cuda ên zayêndî û civakî ên jinan nasnake jî pêk tê. Jin di heman demê de ji pêvajoya perwerdehiyê tên dûrxistin, di nav pêrgalên pederşahî ên ku her roj ji nû ve diafirin û tên meşandin, dibin mehkûmên kevneşopî û xizaniyê. Mafên jinan ên tenduristiya zayendî, zayokî û aborî ku di qanûnê de tên nasîn çi ne?
13 December 2022
Pençeşêra Pêsîran û Rêbazên Kontrolê
Pençeşêra pêsîran û rêbazên kontrolê çi ne? Çima ji bo jinan ewqas girîng e û xweparastin dê çawa bibe?
28 October 2022
Toplumsal Cinsiyet Eşitsizliğine Dayalı Ayrımcılık
Toplumsal cinsiyet eşitsizliğine dayalı ayrımcılık;  toplumsal cinsiyet eşitsizliğini derinleşmesi ve bu kalıpların varlığını sürdürmesi için kullanılan en önemli araçtır diyebiliriz çünkü toplumsal cinsiyete dayalı ayrımcılık, cinsiyet rollerinin ‘doğal’ ve değişmez, biyolojik varlığımıza bağlı şeyler olduğu varsayımına dayanır.
17 April 2022
Em Laşê Xwe Nas Bikin
Organên zayendî yên jinan çi ne? Di laşên jinan de çi hene û jin laşê xwe û organên xwe yên zayendî çiqas nas dikin? ji bo ku em xwe nas bikin em vê podcastê guhdar bikin guhdarên hêja.
02 November 2021
Peymana Stenbolê
Peymana Stenbolê; di demên dawî da bi awayekî neyînî di rojevê da cih digirt û jin ji bo vê peymanê têdikoşin , niha em ê li ser wateyên Peymana Stenbolê çi ye, kê , ji çi û çawa diparêze bisekinin.
02 November 2021
Cureyên Tundîyê
Tundî çi ye û çend cureyên tundîyê hene? Tundî çawa pêk tê û jin ê çawa fehm bikin bê ew cure tundî hatîye serê wan an na. Û Dema ku jin rastî tundîyê tên dikarin çi bikin?
02 November 2021
Wekhevîya Zayenda Civakî
Zayend çi ye? Di nav zayenda civakî û bîyolojîk da cudatîyên çawa hene û wekhevîya zayenda civakî çawa tê ava kirin. Di vê podcastê da em ji bo van mijaran axivîn.
02 November 2021
Em Komeleyê Nas Bikin
Dema Jinan çi ye, jinan çima komeleyê ava kirine û jin ji bo çi dixebitin di vê derê da. Me bi kurtasî bersîva van pirsan da û qala komeleya dema jinan kir.
02 November 2021