Ziman ne gef e

-

Li cîhanê bi sedan komar, bi hezaran ziman û di van komaran da polîtîkayên cur bi cur yên zimên hene û her komar di warê perwerdehî û bikaranîna ziman da li gor îdeolojî û nerîtên xwe rêyên cuda hildibijêrin. Rejîma Komara Tirkîyê fikar û pratîka yek zimanîyê bi qanûn, sazî, zext û zordarîyên xwe yên çalak ewqas bihêz peyitand ku serdemeke dirêj dema ku gotinên ‘’zimanî zikmakî’’, ‘’mafê zimên’’ û ‘’perwerdehîya bi zimanê zikmakî’’ dihat bihîstin tenê yek ziman dihat hişê mirovan. Ew jî tirkî bû. Mixabin di bingeha fikara avakirina komarê da tunekirina, ziman, kevneşopî û çandên din heye. Bi kurtasî Tirkîye îroj ji bilî ên di Peymana Lozanê û Peymana Hevaltîyê ya Bulgaristanê da derbas dibin hebûna zimanên hindekahî, otokton û komên din qebûl nake û rê li ber bikaranîna wan digire. Navên di van peymanan da derbas dibin tenê rûm, ermenî, cihû û hemwelatîyên tirk yên ku xwedî rehekî bulgarî ne. Lewma jî ji bilî van zimanan bi kar anîn û perwerdehîya bi zimanên din qedexe ye.

Li gor daxuyannameya mafên zimanan ya gerdûnî ya Rêxistina Perwedeyê, Zanistê, Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, Ji ber ku hemû ziman vegotinên nasnameyên kollektîf in divê ji bo geşedana xwe ji hemû şert û mercên heyî sûd wergirin û berdewam dike dibêje ku li hember hiqûqê hemû ziman wek hev in, divê wek hev bin. Li gor îdiaya îdeolojiya fermî ya Komarê Tirkîyê jî; ‘’Parastina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dabeşkerî ye û pêkanîna mafê perwerdehiya zimanê zikmakî perçekirina welat û tehdîtkirina ewlekarîya welat e.’’ Dîsa li gor xala 42emîn ya qanûna bingehîn tê gotin ku ‘’di saziyên perwerdehî û hînkirinê de ji bilî zimanê tirkî ji hemwelatiyên Tirkiyê re zimanên din weke zimanê zikmakî nayê hînkirin.’’ Kesên ku ji van xal û rêgezan bawer dikin, tên bawerkirin û bi vî awayî dijîn di otobosan da, li seyrangehan, dikanan, sikakan heta ku di malên xwe de jî ji bilî axaftina kurdî an jî nezanîya tirkî bi êrîşan ra rû bi rû dimînin. Wisa ye ku di kêm welatan da perwerdehiya bi zimanên cuda, ji bo ewlekariya welat weke gefekê hatiye dîtin.

‘’Ragihan’’ weke têgeh cara yekem di destpêka sedsala 19emîn de derketîye holê û di pêvajoya dîrokî da her dem di nav geşedan û guherînekê da ye. Ziman jî ne tenê amûra ragihanê ye. Têgeheke girîng û ewqas jî berfireh e. Mirov tenê bi saya ziman dikare bigîhîje bawerî, kevneşopî, hest, raman, tevgera çandî ya neteweya xwe. Helbet mirov dikare liser gelek alîyên zimên, alternatîfên cuda yên perwerdehîyê, bandorên neyînî ya li ser geşedana zarokan, talûkeyên ji bo neteweya ku bi êrîşê ra rû bi rû dimîne bisekine lê tenê em dixwazin vêya bibêjin; madem ku ziman amûra ragihanê ye çima bi awayekî herî çalak û berfireh neye bikaranîn?

Yek ji van polîtîkayên ziman yên komarê jî bitaybetî bişavtin û veguherandina jinên kurd e. Civaka kurdan jî mîna gelek civakan civakeke pederşahî ye û mêr desthilatdar e. Yekperestî û mejîyê mêrane ya Komara Tirkîyê jî dema ku têkîlî vê bingehê dibe jinên kurd hem weke jin hem jî weke kurd bi tundî û zordarîyê ra du caran rû bi rû dimînin. Mîna gelek projeyên nûjenîyê, projeya nûjenkirina tirkan jî jinê di avakirina neteweya xwe da weke kotzîberekê bi kar anîye. Lê divê em ji bîr nekin ku çarçoveyên vê planê ji alî mêran ve hatîye xêzkirin û di van pêvajoyên zayendperest da mêr weke ‘’dewlet’’ jin jî weke ‘’netewe’’ hatîye dîtin. Li gor van kiryaran em dikarin bibêjin ku di warê civakî da li gor hemcinsên xwe sedema paş de mayîna jinên kurd astengîya ziman e. Jinên kurd yên di qadên gelemperî da nikarin bi tirkî biaxivin, hest û ramanên xwe bi rêk û pêk nikarin vebêjin; di civakê da ji dîtina kar hetanî beşdarbûna çalakî, komele û sazîyên cuda bi zehmetîyan ra rû bi rû dimînin. Lê digel pirsgirêka ziman û hin astengîyên din, di warê têkoşîna nasnameyî da bilindahîya rêjeya sîyasîbûyîna jinên kurd, di sazîyên nefermî da çalak bûn û li hember feraseta mêrane xwedî gotin û berxwedêr bûna wan jî rastî û serkeftineke berbiçav û berdewam e.

Di dawîya vê kurteyê da em dîsa û wek her dem dubare dikin ku perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafekî herî xwezayî ye. Ji bo jiyîn û pêşvebirina zimanê zikmakî ku gelê kurd vî tiştî weke perçeyeke ji hebûna xwe dibîne divê demildest polîtîkayên zimanî yên nû têkevin rojevê û digel hemû zimanên din di qanûna bingehîn da were naskirin û bibe zimanê fermî. Em dizanin ku zimanek nebe zimanê perwerdehîyê, nebe zimanê fermî yê civakê hebûna xwe ya di nava gel da naparêze. Hewldanên şexsî tenê dihêlin ku temenê zimên dirêj bibe. Herweha em êrîşên nijadeperestî yên li ser zimanê kurdî ku ji ber xwe kêm îfadekirin û neîfadekirina bi zimanê tirkî pêk tên, qebûl nakin û şermezar dikin.

 

Bêrîvan Saruhan

Diğer Yazılar

14/12/2021
Şiddet en temel ifadesi ile bir kişi veya toplum üzerinde tahakküm kurma davranışı olarak tanımlanabilir. Bireysel olarak kabul edilen bir eylem olsa da…
11/02/2021
İstanbul Sözleşmesi; kadına yönelik şiddet ve ev içi şiddetin önlenmesi ve bununla mücadele edilmesi için yöntemleri belirleyen en kapsamlı ve en güncel…